Li Fransa bi sed hezaran daketin qadan: Li Parîsê şer rû da

Li gelemperiya Fransayê bi sed hezarna kes li navenda bajar ji bo 1’ê Gulanê qaketin qadan. Li Parîsê bi taybet di navbera komên otonom û polîsan de şerê dijwar rûdan.

Li Fransa di meşa 1’ê Gulanê de li gorî berê ne tenê sendîka beşên civakî yên dorfireh hatin ba hev. Derdorparêz, tevgerên otonom, xwendekar, mamoste, Êlek Zer ên bi mehan in di çalakiyan de ne di meşa 1’ê Gulanê de hatin ba hev.

Li Parîsê 7 hezar û 40 polîs û jendermeyan li ser erkê bûn, li gelek nuqteyan bendên polîsan hatin danîn û wesayît hatin kontrolkirin.

Beriya meşa sereke ya sendîkayan a li Parîsê li gelek nuqteyan endamên anarşîst ên Black Blocs bi polîan re şer kirin. Komên otonom ên cilên reş li xwe kirîn û maske li xwe kiribûn belavî hemû meşê bûn.

Anarşîstan li 13’emîn a Parîsê li dijî qereqoleke ya polîsan êrîş pêk anî. Hate ragihandin ku molotofkokteylan êrîşî qereqolê hatiye kirin. Ji ber şer daxuayniya meşa organîzatorên meşa 1’ê Gulanê ya sendîkaya CGT’ê ya ku wê ji aliyê sekreterê giştî yê sendîkayê Phîlîppe Martînez ve bihatiba kirin hate betalkirin.

Li Parîsê di çalakiyan de zêdetirî 200 kes hatin destgîrkirin, gelek kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku ji van 2 kes jî bi jopê li serê wan ketî birîndar bûne.

Her wiha li Parîsê gelek stasyonên metroyê hatin girtin, dîsa bi dehan xetên otobusan nexebitîn. Li Marsîlya, Lyon, Toûloûse, Bordeaûx, Rennes, Manptellîer, Caen û Nancyê ti otobus ên cemaweriyê nexebitîn.

Di çalakiyan de li Toûloûse 20 hezar, li Grenoble 10 hezar, li Lyon 9 hezar û 500 û li Marsîlyayê jî 5 hezar û 500 kes daektin qadan.

Li Besençonê nêzî 200-300 Êlek Zer xwestin bikevin qereqoleke ya polîsan. Polîsan rê nedan çalakvanan.