Li Floridayê mamoste wê êdî karibin bi çekê bikevin dibistanê!

Parlamenta eyaletê ya Floridayê ya DYE'yê qanûna ku destûrê dide mamosteyan ku karibin bi çekê bikevin hundirê dibistanê, pejirand.

Tê payin ku Waliyê Floridayê Ron DeSantis jî qanûna nû bipejirîne. Tê îdîakirin ku bi qanûnê re wê pêşî li rûdana komkujiyên nû li dibistanan bê girtin. Li lîseya Parklandê 14'ê Sibata 2018'an xwendekarekî berê 17 kes kuştibû.

Pêşnûme qanûna ku li parlamentê li dijî 47 dengan bi 65 dengan hate pejirandin, hefteya derbasbûyî li senatoya xwecihî jî hatibû pejirandin.

Li gorî qanûnê, eger mamoste bixwazin wê karibe piştî perwerdeya çekê ya ji 144 saetan çekê bi xwe re bigerîne.

Dijberên qanûnê dibêjin, çareseriya tundiya çekê bi pejirandina çekê nabe. Mûxalîf hişyariyê didin ku mamosteyên rahiştine çekê dibe ku bi şaşitî bi polîsan re werin hemberî hev û qeza rû bidin.

Nûnerê demokratan ê li parlamenta Floridayê Val Demings ku di heman demê de şefekî berê yê polîsan ê li Orlando ye got, "Biçekkirina mamosteyan nîşaneya trajediyekê ye." Demings got, "Çareseriya rasteqîn ew e ku mirovên xwedî nêta nebaş ji çekan bên vegirtin."

Serokê DYE'yê Donald Trump piştî komkujiya li Parklandê pêşniyar kiribû ku çek ji mamosteyan re bê dayin û li dijî qedexekirina çekan derketibû.

Li DYE'yê her sal derdora 30 hezar kes ji ber çekê tên kuştin.