Li Fîlîpînan xwelî û gaza bi jehr ji devê volkan fûriya

Ji volkanê Mayon ê li Fîlîpînan xwelî, tehtên ji êgir û gaza bi jehr fûriya. Bi hezaran kes ji ber vê metirsiyê ji herêmê hatin veguhastin.

Sîsmologan diyar kirin ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm erdhejeke volkanîk qewimî ye û tehtên ji êgir li dorhêla kîlometreyekê ya volkan belav bûne.

Li gorî Enstîtuya Sîsmolojî û Volkanolojî ya Fîlîpînan, ev teht ji qubeya lav tên ku bi tehda magma parçe dibin.

Ofîsa Parastina Sivîl a Neteweyî diyar kir ku piraniya wan ji quntarê volkan û gundên çandiniyê yên li nêzî volkan nêzî 13 hezar kes ji herêmê hatine veguhastin.

Wezîrê Tenduristiyê Teodoro Herbosa ji rojnamevanan re axivî û got, "Mayina li nêzî volkan niha metirsî ye, ji ber ku sulfur dîoksît û xwelî jê belav dibe."

Mayon bi 330 kîlometreyî li başûr rojhilatê paytext Manîla ye, li ser 'Xeleka ji Agir' a Pasîfîkê ye, yek ji 24 volkanên aktîf ên vî welatî ye. Mayon beriya pênc salan jî bi milyonan ton xwelî, teht û lav fûriya bû û bûbû sedem ku bi deh hezaran mirov ji herêmê bêne veguhastin.

Teqîna herî xurt a volkanîk a li nava deh salên dawî di sala 1991'ê de li Pînatûbo pêk hatibû, zêdeyî 800 kes miribûn û ewrekî ji xwelî li qadeke ji hezaran kîlometreyî belav kiribû.