Li Fîlîpînê 36 kes ji ber lehiyê mirin
Li rojhilatê Fîlîpînê, barana xurt bû sedem ku erd bişemite û lehî rabe. Ji ber karesatê 36 kes mirin.
Li rojhilatê Fîlîpînê, barana xurt bû sedem ku erd bişemite û lehî rabe. Ji ber karesatê 36 kes mirin.
Hate ragihandin, piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan, ji ber şemitîna erdê û lehiya ji ava heriyê mirine. Li herêma Legazpî ya eyaleta Albayê, sê kesên ji malbatekê di xew de ji ber felaketê mirin.
Polîs û servîsên lezgîn ên li herêmê ragihandin, 36 kes ji ber felaketê mirine. Li 6 eyaletên din ên baran lê zêde bariya, 22 hezar mirov neçar man cih û warê xwe biterikînin.
Karê lêgerîn û rizgarkirinê yên tîmên rizgarkirinê dewam dike.