Li Fîlîpînan êrîşa çekdarî: 36 kes mirin

Li payteta Fîlîpînan Manîlayê, êrîşeke çekdarî li otelekê hate kirin. Ji ber êrîşê 36 kesan jiyana xwe ji dest dan, 50 kes jî birîndar bûn.

Li paytexta Fîlîpînan Manîlayê, danê êvarê li otelekê û qumaraneyekê êrîşeke çekdarî hate kirin.

Şahidan gotin, wan di dema bûyerê de dengê çekan û teqînê bihîstine. Xebatkarekî otelê diyar kir, êrîşkarekî ku rûyê wî girtî bû li qatê duyemîn gule li mirovan reşand.

Hat ragihandin, êrîşkar piştî ku li qumarxaneyê gule li mirovan reşand, mase da ber agir. Êrîşkar ji aliyê polîsan ve hate kuştin.

Di vê êrîşê de 36 kesan jiyana xwe ji dest dan, 50 kes jî birîndar bûn.