Li Fasê ji ber lêhiyê 16 kes mirin
Li navenda Fasê lêhî rabû, 16 kes ji ber lêhiyê mirin.
Li navenda Fasê lêhî rabû, 16 kes ji ber lêhiyê mirin.
Li başûrê bajarê Marakeşê ji ber baranê lêhî rabû. Kamyonek di bin axê de ma û cenazeyê 16 kesan ji kamyonê hate derxistin.
Rayedarên xwecihî diyar kirin ku piştî barana zêde wesayît li nêzî gundê Asnî 20 metreyan di bin ax û keviran de ma.
Roja Sêşemê saziya meteorolojiyê li gelek wîlayetên bajêr hişyaria barana zêde kiribû. Roja Çarşemê ji ber barana zêde asta ava çem û rubaran zêde bû.