Li Ewropayê berxwedana li hemberî desteserkirinê hat silavkirin
Li gelek navendên Ewropayê protestoyên li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetiyê didomin.
Li gelek navendên Ewropayê protestoyên li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetiyê didomin.
Li bajarên Hamburg, Duisburg, Munih ên Elmanyayê, bajarê Draguignan, Bordeaux ê Fransayê û bajarê Bellinzona yê Swîsreyê desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetiyê bi çalakiyan hate protestokirin.
HAMBURG
Li ber Konsolxaneya Tirk a Hamburgê bi sedan Kurdistaniyan desteserkirina vînê bi çalakiyekê protesto kirin.
Di çalakiyê de li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Hamburgê Serhat Çetînkaya axivî û got ku ew ê ti carî qeyimên bi awayekî nehiqûqî li şaredariyan tên tayînkirin nas nekin û li dijî vê wê timî di nava têkoşînê de bin.
Siyasetmedar Nîhat Akdogan jî diyar kir ku dewleta Tirk berdêla wê çi dibe bila bibe, nikare gelê Kurd têk bibe. Akdogan anî ziman ku tirsa dewleta Tirk ji destkeftiyên li Rojava ye û got: "Gelê me li kûderê dibe bila bibe wê li dijî van polîtîkayên faşîst têbikoşe."
Di çalakiyê de timî dirûşmeyên "Polîtîkaya qeyiman faşîzm e" û "Bijî têkoşîna gel" hatin berzkirin. Mîtîng bi xwendina sirûdên şoreşgerî bi dawî bû.
DUISBURG
Desteserkirina şaredariyên DEM Partî yên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî li bajarê Duisburg ê Elmanyayê hat şermezarkirin.
Kurdistanî û nûnerên ATÎF û AGÎF’ê li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Duisburgê (DKTM) saet di 17.00’an de li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest bi çalakiyê kirin.
Piştre daxuyaniya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) hat xwendin. Di çalakiyê de wiha hat gotin: "Ti hewldan, ti zilm wê nikaribe pêşiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bigire."
Girseyê timî dirûşmeyên "Ji qeyiman re na", "Qatil Erdogan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Çalakî bi banga tevlîbûna meşa 16'ê Mijdarê ya Kolnê bi dawî bû.
DRAGUIGNAN
Kurdistaniyên li bajarê Draguignan ê Fransayê li dijî destserkirina vînê li ber qada Propheteyê mîtîng li dar xistin.
Di mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir de, Hevseroka Meclîsa Gel a Kurd Draguignan Zelal Serhat axaftinek kir. Serhat diyar kir ku tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê li pêşberî têkoşîna Kurdan xitimiye û ji ber vê yekê tecrîda li ser Rêber Apo didome. Zelal Serhat destnîşan kir ku bi êrîş û desteserkirina destkeftiyên Kurdan dixwaze vê ji vê rewşê xwe xilas bike.
Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Faşîst Tirkiye" û "Dîktator Erdogan" bi dawî bû.
BELLINZONA
Li bajarê Bellinzona yê Swîsreyê jî desteserkirina vînê bi çalakiyekê hat protestokirin. Çalakî bi pêşengiya Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk a Ticino (DEM-KURD) li ber statsyona navendî hat lidarxistin. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), YJK-S û gelek Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de pankarta “Em bang dewleta Tirk dikin ku ji vîna gelên Kurdistanê re rêzê bigrin” hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Silav ji yên li ber xwe didin re”, “Berxwedan jiyan e”, “Terorîst û faşîst Erdogan”, “Bijî Serok Apo”, “Ji Rêber Apo re azadî”, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Tirkiyeya faşîst û statuya wê terorîst” û “Siamo tutti PKK” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de li ser navê TCŞ’ê Kenan Kurt axivî û got: “Weke ciwanên Kurd em ê li dijî desteserkirina vînê têkoşînê mezin bikin.”
Endamê Meclîsa DEM-KURD’ê Ronî Tuncay jî axivî û got: “Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî vîna gelê Kurd pêkanînên faşîst in. Li dijî êrîşên faşîst wê li her cihê têkoşîn bê xurtkirin.”
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakiya rûniştinê bi strana “Lêxin Birano” bi dawî bû.
MUNIH
Li bajarê Munih ê Elmanyayê jî bi tevlîbûna gelek rêxistinan desteserkirina vînê hat protestokirin. DKTM, DIDF, MLPD, CHP û nûnenerên Partiya Çep tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û desteserkirina vînê hat protestokirin.
Di çalakiyê de daxuyaniya KON-MED’ê hat xwendin û daneza Civaka Azad jî hatin belavkirin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Hoch die Internationale Solidarität, “Bijî berxwedana Mêrdînê”, “Bijî berxwedana Xelfetî” û “Bijî berxwedana Êlihê” hatin berzkirin.
BORDEAUX
Li herêma Rochefort a bajarê Bordeaux ê Fransayê bi pêşengiya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşêr (TekoJIN) çalakî hat lidarxistin. Di meşa ku bi girseyî hat lidarxistin de alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê û wêneyên Rêber Apo hatin hildan.
Di çalakiyê de dirûşmeyên "Li Kurdistanê rê nadin qeyiman” û "Dîktator Erdogan" hatin berzkirin û belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.
Piştî meşê li ser navê TCŞ'ê Şervan Varto daxuyanî da. Varto got, "Divê ciwanên Kurd desteserkirina vîna xwe qebûl nekin, vîna gelê Kurdistanê biparêzin û bersiva pêwîst bidin desthilatdariya faşîst."
Şervan Varto bal kişand ser tecrîda ne rewa ya li ser Rêber Apo û wiha domand: "Heta ku tecrîda li Îmraliyê neyê şikandin, gelê Kurd wê her tim rastî neheqiyên bi vî rengî were û ti carî azad nebe.” Varto û bang li ciwanên Kurd kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têbikoşin.
Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” bi dawî bû.