Li Ewropayê amûra lazerê ya herî bi hêz a cîhanê tê hilberîn

Bi desteka Yektîtiya Ewropayê (YE) ji bo pêşxistina amûra ronahiya lazerê ya herî bi hêz a cîhanê projeyeke mezin tê birêvebirin.

Di xebatên li navenda nêzî gundekî yê bi navê Dolî Brezany a li nêzî paytexta Çakya Pragayê tê birêvebirin de, amûrekî ronahiyê ya lazerê ya herî bi hêz a heta roja me ya îro gelekî xurt e, tê hilberandin.

Di çarçoveya projeya amûra ku 277 mîlyon eûro pere lê hatiye mezaxtin, beşeke wê ya mezin ji fonên YE’yê tê dabînkirin, wê 10 ronahiya lazer a 10 petawattê bê hilberandin. 1 petawtt tam 10 milyon cara beranberî mîlyarek Watt e.

Danîele Margarone ê serokê projeyê ku ji televîzyona Eûronewsê re axivî, diyar kir ku armanca wan ew e ku ronahiya lazer a ku amûra herî pêşketî ku di nava 10 heta 20 salan de ji bo bikaranîna dermankirina tumora mejî bê bi kar anîn. Di çarçoveya projeya de ku wê di qada tenduristiyê de gelek alîkar be yek jê 1 petaqatt, ya din jî 10 petawatt du amûran bikin yek û bixebitînin.

Xebatên ku li tesîsa bi navê Elî-Beams a li Çakyayê tê kirin, li du navendên li Macarîsan û Romanyayê jî xebat dewam dikin. Li navendên ku wê di demê pêşiya me de dixwazin sîstemekî lazerê ya hê bi hêztir çêbikin, wê derfet bê dayîn ku di demeke dirêj de lêkolîner û hinek kargehên taybet bê pere xebat bi rê ve bibin.