Li Etiyopa tundiya etnîk: 1.2 milyon kesî koç kir

Li Etîyopya ku gelek komên etnîk lê dijîn ji Nîsanê ve ji ber bûyerên tundiyê li başûrê welêt 1.2 milyon kes neçar ma ku cihê xwe biguherîne.

Şer Nîsanê 400 kîlometre li başûrê paytextê Addîs-Abeba gur bû.

Li gorî rapora NY’yê, ji Nîsanê ve 1.2 milyon kesî malên xwe berdane. Tenê ji Hezîranê ve nêzî 800 hezar kesî malên xwe berdane.

Di raporê de hate gotin, ‘’Bûyerên tundiyê ku ji Hezîranê ve li qadên Gedeo û Gujiya Rojava ya li Oromîa didomin, bû sedem ku ji Gedeo 642 hezar û 152 kes, ji Gujiyê jî 176 hezar û 98 kes birevin.’’

Etîyopya ya bi nifûsa 100 milyonî xwedî nasnameyeke rengîn e. Ji ber şer Sewokwezîr Haîlemarîam Desalegn Sibatê neçar ma ku îstîfa bike. Abîy Ahmet ku Nîsanê hate ser kar soz da ku ji bo şer raweste reformên siyasî û aborî bike. Lê Ahmed heta niha nekarî ku bûyerên tundiyê bisekinîne.