Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Ermenîstanê protesto didomin, Rûsya bûye navbeynkar

Li Ermenîstanê piştî îstîfaya Serokwezîr Serj Sarkîsyan hê jî çalakî didomin. Lîderê muxalefetê Nîkol Paşîniyan desthilatdariyê dixwaze. Rûsya bû navbeynkar.

Alîkarê Serokwezîrê Ermenîstanê Armen Guevorkiyan roja Pêrşemê ‘ji bo gotûbêjê’ serdana Moskowê kir. Wezîrê Karê Derve yê Ermenîstanê Edouard Nalbandiyan jî li Moskowê danûstandinan dike.

Serekê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn Çarşemê bi hevtayê xwe Armen Sarkisyan re bi telefonê axivî û bang li hemû hêzên siyasî kir ku bi berpirsî tevbigerin û bi bêhna fireh bin.

Paşîniyan ku pêşengiya çalakiyan dike Çarşemê li sefaretxaneya Rûsya ya Êrîvanê hate qebûlkirin.

Sefaretxaneya Rûs piştî rûniştinê daxuyaniyeke nivîskî da û got Rûsya bang li organîzatorên çalakiyê û saziyên rayedar, hêzên dî yên siyasî dike ku danûstandinan bikin.

Sefaretxaneyê diyar kir ku mesele tenê bi çarçoweya yasayî dikare çareser bibe.

Piştî çalakiyên ku 11 rojan dom kirî Duşemê Serokwezîr Sarkîsyan neçar mabû ku îstîfa bike. Rûsya destpêkê tenê li rewşê nerî û got ev meseleya navxwe ya Ermenîstanê ye.

Piştî îstîfaya Sarkisyan çalakî nesekinîn. Çalakvan xwe kar dikin ku Pêrşemê sikakên Êrîvanê bloke bikin. Tê payin ku Paşîniyan van rojan ji bo Serokwezîrtiyê berendamtiya xwe deyne.