Li Erebîstana Siûdî operasyona nelirêtiyê

Li Erebîstana Siûdî, gelek kes bi îdîaya nelirêtiyê hatin binçavkirin ku tê gotin 11 ji wan prens in.

Li Erebîstana Siûdî, çend saet piştî avakirina komîteya têkoşîna li dijî nelirêtiyê, li dijî prens û wezîran operasyonê dest pê kir. Komîteya têkoşîn li dijî nelirêtiyê gelek kes binçav kir, ku 11 prens, çar wezîr, bi dehan wezîrên berê û du general jî di nav de hene.

Komîte, ku prensê welîaht Mûhammed bîn Selman serokê wê ye, piştî ku bi biryarnameyeke qraliyetê ava bû, di nava çend saetan de dest bi operasyonê kir. Kesên hatine binçavkirin, nayê zanîn bê bi çi tên sûcdarkirin. Qenala televîzyonê ya Erebîstana Siûdî Al Arabiya ragihand, ku lêpirsîn li ser bûyera 2009'an ku av li Cîddeyê qewimî û têkildarî vîrûsa Mers a sala 2012'an e. Ajansa dewletê SPA jî diyar kir ku Wezîrê Parazvanên Neteweyî yên Siûdî Prens Mîteb bîn Abdullah û Fermandarê Hêzên Deryayî Amîral Abdullah bîn Sûltan bîn Mûhammed Al Sûltan ji wezîfeyê hatiye girtin. Li ser navê kesên hatine binçavkirin agahî nehate dayin. 

Hat ragihandin, komîsyona têkoşîna li dijî nelirêtiyê, bi serokatiya prensê Welîaht Mûhamed bîn Selman ji bo têkoşîna li dijî kes û saziyên nelirêtiyê dikin û bertîlê digirin, hate avakirin.