Li Enseladûsê molekulên organîk ên tevlîhev hatin dîtin

Li Enseladûsê ku peyka Saturnê ye, molekulên organîk ên tevlîhev hatin dîtin. Enseladûs yek ji wan gerstêrkan e ku tê texmînkirin jiyan lê hebe.

Lêkolînerên ku daneyên makîneya lêkolîna fezayê Cassînî beriya niha bi çend salan lêkolîn kirin, li Enseladûsê ku yek ji peykên Saturnê ye, pêkhateyên organîk ên tevlîhev û giran tespît kiribûn.

Endeladûs ku bi 500 kîlometreyî fireh e, 15 sal in bala astronoman dikişîne ser xwe. Cassînî li Enseladûsê bermahiyên dûkela avê û partîkulên qeşayê tespît kiribû. Di encama vê lêkolînê de ragihandibû ku li binê erdê okyanûsa şile û çavkaniyên hîdrotermal hene. Berê jî li ser gayzeran molekulên biçûk ên tevlîhev, metan û dîhîdrojen hatibû tespîtkirin. Di çarçoveya van daneyan de hatibû destnîşankirin ku Enseladûs yek ji cihên herî pêkane ku li derveyî Sîstema Rojê jiyan lê hebe.

Keşfeke nû ya li kovara Natûre hate weşandin, potansiyela jiyanê ya li vê peyka ku bi 1.4 milyar kîlometreyî dûrî Cîhanê ye, xurtir kir.

Daneyên ku Cassînî sala 2017'an beriya li Saturnê bikeve da hev, ji aliyê lêkolînerên bi pêşengiya paleontologê Elman Frank Postberg ve hatin lêkolîn. Koma ji lêkolîneran li Enseladûsê makromolekulên organîk tespît kir. Ev molekulên liser Gayzeran, herî kêm 15 ji sedî atoma karbon, azot û atoma hîdrojen e. Molekul ji sedan atomî pêk tê.

Li gorî daxuyaniya nivîskî yıa NASA'yê, molekulên girîng ên ewqasî mezin dibe ku pêwendiya xwe bi jiyanê hebe ya jî bi rêya hin meteoran li peykê peyda bûne.

Li gorî nivîskarên lêkolînê, ev keşf nîşan dide ku li okyanûsa li binê erdê depoyeke dewlemend a ji madeyên organîk hene.