Li Endonezyayê hejmara miriyan zêde dibe

Li gorî daxuyaniya Ajansa Rêveberiya Karesatên Netewî ya Endonezyayê (BNPB) hejmara kesên di erdhej û tesûnamiyê de mirin, bû hezar û 558 kes.

Hatibû ragihandin ku di erdhej û tsûnamî de ya li Endonezyayê  2 hezar û 539 kes birîndar bûbûn û zêdetirî 100 kes jî winda ne.

Sûlawesî ya yek ji çar giravên mezin ên Endonezyayê ye, roja Înê 2 edhejek bi pileya 7,5’an pêk hatibû. Li pey wê tsûnamî jî pêk hat.

Piştî erdhejê li bajarên Dongala û Palû pêla tsûnamiyê heta 3 û 6 metreyan bilînd bûbû.

Buroya Koordînasyona Karê Mirovan a NY’yê, di daxuyaniya xwe ya roja Yekşemê dayî de, diyar kiribû ku pêwîstî bi alîkariya lezgîn a ji bo 129 hezar kesî heye. Ji vana 46 hezar zarok û 14 hezar jî kesên bi temen in.