Li Endonezyayê bobelat li ser bobelatê
Piştî erdhej û tsûnamiya li girava Sîlawesî ya Endonezyayê alîkariya mirovî kêm dibe. Rêxistinên civakî li ser mijara zarokên ku bobelatê ew ji malbatên wan qut kirin, alarmê didin.
Piştî erdhej û tsûnamiya li girava Sîlawesî ya Endonezyayê alîkariya mirovî kêm dibe. Rêxistinên civakî li ser mijara zarokên ku bobelatê ew ji malbatên wan qut kirin, alarmê didin.
Li girava Sîlawesî piştî erdheja ku 28’ê Îlonê pêk hatî, tsûnamî jî hat. Li gorî bîlançoya dawî 1.411 kes mirin, 2.500 kes birîndar bûn. Tê payin ku bîlanço girantir bbe. Ji ber ku tê gotin di bin kavilan de gelek kes hene.
HILWEŞÎN, BIRÇÎTÎ, TALAN..
Li bajarê Palu yê bi nifûsa 350 hezarî, ku li peravên rojava ya girava Sîlawesî dimîne, gelek avahî hilweşiyan. Piraniya ku rêyên diçin cihê bobelatê ziyan dîtine. Alîkarî pir bi giranî digihin cih. Her wiha li bajêr talan jî heye. Li stesyonên benzînê gelek wesayit ketine dorê, polîs nobetê digirin. Li gorî çapemeniya xwecih qemyonên alîkariyê ku ji bo Paluyê hatibûn şandin, hatin talankirin. Rayedaran çavê xwe lê girtin lê polîsan piştre gelek kes destgîr kirin.
HÊVÎ KÊM DIBIN
Tîmên xilaskirinê xebatên xwe didomînin. Lê hêvî her ku diçin kên dibin. Rayedar dibêjin ji 100’î zêdetir kes winda ne.
BOBELATÊ BANDOR LI 600 HEZAR ZAROK KR
Li gorî rêxistina bi navê Save the Chîldren ku mafê zarokan diparêze, got bobelatê bandor li 600 hezar zarok kiriye. Rêxistina civaka sivîl li ser mijara ku bobelatê zarok ji malbatên wan qut kirin û sêwî hiştin hiyarî da. Rêxistinê got li Paluyê gelek ciwan bi şev li kuçeyan dimînin, ji bo nasnameya wan were diyarkirin û wan bigîhînin malbatên wan pêdivî bi hewldaneke lezgîn heye.
‘ZAROKAN TIŞTÊN PIR KAMBAX DÎTIN
Şêwirmendê parastina zarokan a rêxistinê Zubeyd Koteng got, ‘’Ji bo zarokan rewşeke ji vê kambaxtir tine (…) Gelek zarok behitî ne, travmayê dijîn, tenê ne û ditirsin. Zarokên ku li malbatên xwe digerin, gelek tiştên kambax ku diviya nedîtina dîtin û ev jiyan.’’
ALÎKARIYA NAVNETWÎ
Hikûmeta Endonezyayê destpêkê got artêş dikare heq ji bobelatê derkeve û alîkariya navnetewî red kir. Lê piştî ku asta bobelatê derket holê Serokkomar Joko Wîdodo alîkariya hikûmetên biyanî û saziyên alîkariyê yên navnetewî qebûl kir. Li gorî hikûmeta Endonezyayê 29 welatan soza alîkariyê dane.