Li Endonezyayê êrîşa bombeyî

Li Endonezyayê, çar xwekujên bombeyî êrîş birin ser qereqoleke polîsan.

Êrîş li qeerqola Sûrabaya hate kirin. Rayedaran gotin, herî kêm polîsek miriye, 10 kes jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku her çar êrîşkar hatine kuştin.

Berdevkê Polîsên Eyaleta Cava ya Rojhilat Frans Barûng Mangera got, "Çar êrîşkarên li ser du motorsîkletan bûn mirin. Niha lêkolîn li ser nasnameya wan tê kirin. Keçeke 8 salî ya bi wan re bû, sax e."

Serokkomarê Endonezyayê Joko Wîdodo êrîş mehkûm kir û got, "Çalakiyeke namerdî, bê rûmet û li dijî mirovahiyê ye. Di têkoşîna dijî terorîzmê de, li ser tedbîrên tên girtin wê ti guhertin neyên kirin."

Rojek beriya vê êrîşê, li bajarê Sûrabaya yê li girava Cavayê, yek ji êrîşên herî giran ên salên dawî hatibû kirin. Li dijî dêran sê êrîşên xwekujî ku şeş kesên ji malbatekê tevlî bûn, hatin kirin. Di encamê de 14 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. DAÎŞ'ê êrîş li xwe girt. Ferdên malbatê yên ku êrîş kirin, ji tevgera Cemaa Anşarut Dolah in ku destekê didin DAÎŞ'ê.

Piştî çend saetan jî, sê kesên ji heman malbatê, ji ber teqîna li nêzî mala wan ku bi 30 kîlometreyî dûrî Sûrabaya ye, mirin, 2 kes jî birîndar bûn. Kesî ev êrîş li xwe negirt. Li gorî daxuyaniya polîsan, dayik û zarok di êrîşê de mirin. Polîsê ku bombe di dest de bû ji aliyê polîsan ve hate kuştin. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.