Li Endonezyayê erdhejeke bi himeta 7,3 çêbû

Li Endonezya, Girava Javayê erdhejeke bi himeta 7,3’yan çêbû.

Rayedarên Daîreya Têkoşînê ya Bobeletên Netewî re ya Endonezyayê diyar kirin ku li Tasîkmalaya, Pangandaran û Cîamîsê ku erdhej li wan deran pir hate hîskirin 40 mal hilweşiyane, li 65 mal û her wiha avahiyên fermî û nexweşxane ziyan li wan çêbûne. Diyar bû ku di erdhehê de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Ajansa Meteorolohiyê ya Endonezyayê himeta erdhejê weke 7,3 û Navenda Lêkolînê ya Jeolojîk a DYA’yê jî weke 6,5’ê ragihand.

Her wiha hate ragihandin ku li paytext Cakartayê ku erdhej li wir zêde nehatiye hîskirin ti kesek nemiriye û ti ziyan çênebûye.

Li Endonezyayê 26’ê Kanûna 2004’an erdheje bi himeta 9,1’ê çêbûbû û piştre bi tsûnamiyê ku li qada berfireh a welatên dî jî vehewandî nav xwe, 230 hezar kes miribû.