Li Endonezyayê 2 kes ji ber êrîşên bombeyî mirin
Li bajarê Sûrabaya yê Endonezyayê, li sê nuqteyan teqîn bû. 2 kes mirin, 13 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Sûrabaya yê Endonezyayê, li sê nuqteyan teqîn bû. 2 kes mirin, 13 kes jî birîndar bûn.
Li herêma Cava ya Rojhilat a Endonezyayê, li bajarê Sûrabaya ku duyemîn bajarê herî mezin ê welêt e, saet 08:30'î 3 êrîşên bombeyî li sê dêran hatin kirin.
Hate ragihandin ku 2 kes ji ber êrîşan mirine, 13 kes jî birîndar bûne.
Polîsên herêmê gotin, bombe di heman kêliyê de hatine teqandin, lê li ser bûyerê daxuyaniyeke berfireh nedan.