Li Elmanyayê terorîzma rastgir a radîkal talokeyeke mezin e

Li gorî îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê rastgirên radîkal li pêşiya demokrasiyê talokeya herî mezin in,rastgirên radîkal, ku weke 'dijminên navxwe' têne dîtin, ji sê parên wan yek jê ji tundiyê re hazir in.

Pêrşembê Serokê Giştî yê Rêxistina Parastinê ya Destûra Federal (BfV) Thomas Haldenwag li Berlînê li konferanseke çapemeniyê axivî û got terorîzma rastgirên radîkal ji bo demokrasiya Elman talokeya bingehîn e. Haldenwag bi berdewamî ji bo tevgerên Neonasî yên rastgirên radîkal got,''dijminê navxweyî''.

Haldenwan got, ''Dema ku dijminên navxwe bixwazin demokrasiyê hilweşînin em dizanin ku bi ser nakevin. Ev hişyariyeke mezin e ku dîrokê şanî me daye.''

Serokê Giştî yê BfV'ê got 32 hezar dilxwazên rastgiriyên radîkal li Elmanyayê hene û van salên dawî hijmara wan zêde bûye. Di nav 32 hezaran de 13 hezar jê ''ji tundiyê re hazir in'' û ev jî fikaran çêdike.

Li gorî Serokê BfV'ê partiya AfD'ê (Ji bo Elmanya Alternatîf) ku dengên rastgirên radîkal lê kom dibin û potansiyela wê ya dengan di navbeyna sedî 12-14'an de ye, tê şopandin. Serokê BfV'ê got etîma bi rengê ''Qenad'' tê pênasekirin û ya bi lîdertiya rêveberê eyaleta Thurîngenê Bjorn Hocke, dikare weke ''radîkal'' were dîtin û navenda gotinên dijî, ''rejîma dmeokratîk'', ''rûmeya mirovahî'' û ''dewleta hiqûqê'' ye.