Li Elmanyayê operasyona li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên Iraqî

Li Elmanyayê, 4 welatiyên Iraqê yên di operasyona dijî çeteyên DAÎŞ'ê de hatin destgîrkirin, hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Dozgeriya Federal a Elman, roja Çarşemê li du eyaletan, li 3 bajaran operasyon hatin kirin û 4 welatiyên Iraqê yên berê tevlî nava DAÎŞ'ê bûn hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev kes di navbera 26 û 29 salî de ne û çete li bajarên Dortmund û Bottrop ên NRW û navçeya Amberg-Sulzbach a eyaleta Bavyerayê hatin girtin.

Li gorî agahiyan, 4 kesên di navbera salên 2013-2015'an de li Iraqê tevlî nava çeteyên DAÎŞ'ê bûn, perwerdeya leşkerî dîtine û tevlî şer bûne. Hate gotin, yek ji çeteyan tevlî êrîşên bombeyî salên 2006-2008 yên il Iraqê bûne ku gelek sivîl, leşker û polîsên Iraqê ji ber teqînan jiyana xwe ji dest dabûn.

Tê zanîn ku welatiyên Iraqê yên li Elmanyayê hatin girtin û çeteyên din ên DAÎŞ'ê di ser Tirkiyeyê re derbasî Ewropayê dibin.