Li Elmanyayê nîqaşa ser Erdogan: Tirk entegre nabin
Piştî ku hibijêrên li Elmanya di hilbijartina 24’ê Hezîranê de dengê xwe dane Serokkomarê Tirk Erdogan li Elmanya nîqaşa entegrebûnê dîsa dest pê kir. Li gorî partiya Merkel Tirk entegre nabin.
Piştî ku hibijêrên li Elmanya di hilbijartina 24’ê Hezîranê de dengê xwe dane Serokkomarê Tirk Erdogan li Elmanya nîqaşa entegrebûnê dîsa dest pê kir. Li gorî partiya Merkel Tirk entegre nabin.
Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de 64,7 ên hilbijêrên li Elmanyayê dengê xwe dane Erdogan û 55,6 jî dane AKP’ê. Erdogan li Ewropa herî zêde deng ji Elmanya stand.
Ev dengên ku ji bo dîktator çûne, di serî de li Avûstûryayê û Elmanyayê arîşeya ‘entegrasyonê’ anî rojevê.
Sekretera Giştî ya Yekîtiya Dmokratên Xiristiyan (CDU) a bi pêşengiya Sserokwezîr Angela Merkel , Annegret Kramp-Karrenbauer got bi Tirkan re problema entegrasyonê heye.
Kramp-Karrenbauer got 65 ji 100’î ya desteka li Erdogan wan dide fikirandin û domand, ‘’Ji ber şaşîtiyên berê yên di mijara entegrasyonê jî, divê em bidin ber xwe bê kaç ima ev mirovên navborî xwe welatiyên Elman lê Tirk dibînin.’’
Çapemeniya Elman jî vê mijarê pir dikole. Lê Merkel hê jî dilxwaz e ku hevkariya xwe ya bi rejîma faşîst a Tirk re bidomîne. Merkel Erdogan pîroz kir û peymana penaberan a di navbeyna YE û Tirkiyê de, ku gelek nîqaş li ser hene, dipesinîne. Rêxistinên mafê mirovan û penaberan dibêjin, ev peyman li dijî mafê miroan û hiqûqê ye.
Seroka Koma Meclîsê ya partiya Ji bo Elmanya Alternatîf (AfD) Alîce Weîdel jî xwest ku peymana penaberan a bi Tİrkiyê re bi dawî bibe.
Seroka Koma Meclîsê ya Partiya Çepgir Sarah Wagenknecht jî piştî ‘serkeftin’a Erdogan xwest ku muzakereyên di navbeyna Tirkiyê û YE’yê de bi dawî bibin.