Li Elmanyayê konsera girseyî ya li dijî nîjadperestiyê
Ji bo şermezarkirina pêla nîjadperestiyê ku çend roj in li bajarê Chemnîtz ê li rojhilatê Elmanyayê dewam dike, konserek hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes tevlî konserê bûn.
Ji bo şermezarkirina pêla nîjadperestiyê ku çend roj in li bajarê Chemnîtz ê li rojhilatê Elmanyayê dewam dike, konserek hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes tevlî konserê bûn.
Dawiya hefteyê li bajarê Chemnîtzê yê Elmanyayê welatiyekî Elman ji aliyê kesên biyanî ve hatibû kuştin û li ser vê yekê komên rastgir ên tund bi pêşengiya partiya bi navê Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) xwepêşandanên nîjadperestiyê lidar xistibûn.
Nîqaşên li ser nîjadperestiyê bi rojan e di rojeva raya giştî ya Elman de ye. Li navenda bûyeran li Chemnîtzê, doh danê êvarê li dijî nîjadperestiyê konsereke hate lidaxistin. Konser bi dirûşma "#wirsindmehr" (Em hîn gelek in) pêk hat û gelek hunermend derketin ser dikê. Hate ragihandin ku zêdeyî 65 hezar kes tevlî konserê bûne.
Konser li pêşiya dêra Johannîskîrche hate organîzekirin û komên bi navê "Die Toten Hosen, Die Ärzte, Marteria ve Feine Sahne Fischfilet" tevlî bûn. Gelek kom û hunermendên din jî derketin ser dikê.
Di konserê de li ser dijberiya li şîdet û nîjadperestiyê peyam hatin dayin û hate gotin ku nabe ew xwe li şîdetê rabigirin.
Bi wesîleya konserê, doh êvarê destûr nehate dayin ku komên rastgiriya tund û Neonazî xwepêşandanan lidar bixin.