Li Elmanyayê di anketan de Keskan li pêş in

Li Elmanyayê li gorî anketên piştî hilbijartina Parlementoya Ewropayê, di asta neteweyî de Keskan partiya herî li pêş derket holê.

Keskan cara yekem di anketan de yekem car e muhafezekaran derbas dike û di asta neteweyî de dibe partiya yekem.

Li gorî anketa Forsa ya ji bo televîzyona RTL û n-tv’yê amade kirî, desteka ji bo Keskan bûye ji sedî 27. Li gorî anketa berî hefteyekê hatibû weşandin, Keskan 9 pile dengê xwe zêde kiriye.

Keskan li gorî vê bi desteka ji sedî 26’ê pileyekê diçe pêşiya îtifaqa CDÛ-CSÛ a muhafazekaran.

Li gorî anketê SPD 5 pile daketiye û ji sedî 12 dengê wê daketiye.

Partiya nijatperestiya dundraw AfD jî ji sedî 11, Lîberal FDP û Dîe Lînke jî ji sedî 8 û 7 deng bi dest xistiye.