Li Elmanya yasaya ku sînoran li pêş zewaca zarokan datîne temam e

Li Elmanya ji mêj ve mijara zewaca zarokan dihate nîqaşkirin û herî dawî yasaya pêşîlêgirtina zewaca zarokan a ku li Meclîsa Federal hatibû pejirandin li Meclîsa Eyaletan jî hate pejirandin.

Li Elmanya ji mêj ve mijara zewaca zarokan dihate nîqaşkirin û herî dawî yasaya pêşîlêgirtina zewaca zarokan a ku li Meclîsa Federal hatibû pejirandin li Meclîsa Eyaletan jî hate pejirandin, bi taybetî sînorên teqez tîne zewaca zarokakan a ku di nav penaberan de pir zêde ye.

Li gorî yasaya ku piştî Meclîsa Federal li Meclîsa Eyaletan jî hatî pejirandin êdî ji partneran ku aliyek temenê wan di bin 18’an de nebe wê nikaribin bizewicin. Heke her du alî jî temenê wan kêmî 18’an be zewac tê qedexekirin.

Zewacên li derveyî Elmanya jî di nav vê de bi cih dikin û zewacên di bin 16 saliyê de bi teqezî tine têne hesibandin. Zewacên di navbera salên 16-17’an de jî têne betalkirin.

Di zewacên wiha de tenê bi biryara Dadgeha Malbatî û tenê di rewşên pir ‘awarte’ de destûr wê were dayin. Di rewşên wiha de dadgeh hem wê li gorî zarokê ku hatî zewicandin û hem jî li gorî Rêveberiya Ciwanan (Jugendamt) wê biryar were standin.

DI NAV PENABERAN DE NÊZÎ 1500 ZAROKÊN ZEWICANDÎ HENE

Bi qanûna nû re tevdîrên ji bo penabarên ku hê di zaroktî de hatine zewicandin wê werin zêdekirin, ku li Elmanya di salên dawî de bi hatina zêde ya penaberan hijmara zarokên zewicî zêde bûbûn.

Heta havîna 2016’an di nav penaberan de diyar bû ku 1475 kesên ku temenê wan di bin 18’an de bû bi rengê ‘zewicî’ hatine qeydkirin. Bi vê qanûnê re li gel van zarokên ku bi piraniya wan ji nav welatên Ereb hatine, wê pêşî lê were girtin ku yên ku  li Elmanya dijîn nikaribin beriya 18 saliya xwe bizewicin. Heta niha Elmanya di hin rewşên awarte de destûra zewaca 16 saliyan dida.