Li Elmanya têkilî kuştina Walî 2 kesên din hatin destgîrkirin

Têkilî kuştina Walî Lubcke yê Herêma Kasselê 2 Neonaziyên din hatin destgîrkirin. Polîsan li malên bergumanan depoyeke çekan dîtin.

2'yê Hezîranê têkilî kuştina Walî Lubcke yê Herêma Kasselê rewşeke nû rû da. Piştî ku Neonaziyê girtî Stephan Ernst li xwe mikur hat ku walî kuştine, polîsan lêpirsîn berfirehtir kirin. Îro li du bajarên Elmanyayê operasyon hatin berfirehkirin.

Li ser kuştina Lubcke Elmar J. û Markûs H. bi îdîaya ku ''alîkarî û vehewandinê'' hatin destgîrkirin.

Tê gotin Elmar J. ê 64 salî ku li Hoxterê ya Eyaleta NRW'ê hatî destgîrkirin çeka ku pê Lubcke hatî kuştin 2016'an firotiye Ernst.

Tê gotin Markus H. ê 43 salî ku li Kasselê hatî girtin, ji mêj ve li derdora Neonaziyan tê naskirin û haya wî ji kuştinê hebûye.

Malpera Der Spîegelê ragihang, li gorî agahiyên ku ji polîsan standiye, dema operasyonê depoyeke çekan hatiye bidestxistin.

Tê payin ku Serdozgeriya Federal têkilî du kesên ku hatine destgîrkirin bernîvrokî bi daxuyaniyeke çapemeniyê agahiyên berfireh bide.

2015'an dema ku penaber ber bi Elmanya ve hatin, ji bo ku destek dabû ku Merkel deriyan veke, Neonaziyan gef li Waliyê Herêma Kasselê Walter Lubcke xwaribûn.