Li Elmanya hetîketiyên rêveberiya penaberan naqedin

Lİ Elmanyayê hetîketiyên rêveberiya îltîcayê BAMF’ê naqedin, niha jî tê gotin ne şopa tiliyên bi deh hezaran penaber hatine girtin û ne jî wêneyên wan.

Bi taybetî van salên dawî ji ber sedema ku endamên DAÎŞ’ê û çeteyên dî tevlî nav wan diin, pirsgirêka penaberan girîng tê dîtin. Pirsgirêka penaberan bi hetîketiya bertîlê ya Rêveberiya Koçkirinê û Pênaberiyê ya Elmanyaya Federal (BAMF) dîsa hatibû rojevê.

Beriya niha derketibû holê ku hin peywirdarên payebilind bi bertîlê mafê rûniştinê dane û niha jî diyar bû ku ti agahiyên ku nasnameya bi deh hezaran penaber diyar bikin, nehatine standin.

Li gorî kovara Der Spîegelê BAMF’ê 2,2 milyon serlêdanên îltîcayê yên salên 2005-2018’an ji hêla pergala kompîtirê ve hatine sehkirin. Di van kontrolan de derkete holê ku agahiyên nasnameyê yên 34 hezar û 157 penabarî kêm in. Ango yan şopa tiliyên wa nehatine standin an jî ti wêneyê wan nehatine girtin.

Di nûçeyê de tê gotin Wezareta Karê Navxwe ya Federal ji Meclîsa Federal re nivîs şandiye û diyar kiriye ku ev hijmar ne zelal e.

Bi taybetî gelek endamên DAÎŞ û El Qaîde ku ji Sûriyê û Iraqê reviyane û ji bo ku li Ewropa bimînin serlêdana xwe kirine. Par derketibû holê endamekî çeteya DAÎŞ’ê ku mafê îltîcakirina Fransayê bi dest ve anîbû li Iraqê berpirsekî payebilind ê DAÎŞ’ê bûye û piştre hate girtin.