Li Ekvadorê jineke ku hatibû diyarkirin jiyana xwe ji dest daye, di tabûtê de hişyar bû

Li Ekvadorê jina bi navê Bella Montoya (76) a ku li nexweşxaneyê hatibû îlankirin jiyana xwe ji dest daye, di tabûtê de hişyar bû.

Li Ekvadorê di 11’ê Hezîranê de bûyereke balkêş çêbû. Nexweşxaneyê diyar kiribû Bella Montoya ya 76 salî jiyana xwe ji dest daye.

Piştî pênc saetan xizmên wê dîtin ku Montoya bêhnê distîne. Medyaya herêmî ji bo vê bûyerê got ‘vejîn’.

Roja Înê hatibû diyarkirin ku Montoya li nexweşxaneyeke dewletê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî Wezareta Tendirustiyê piştî ku Montoya rakirine nexweşxaneyê  dilê wê sekiniye û bijîşk piştrast kiriye ku wê jiyana xwe ji dest daye.