Li Efrînê xebatkarên saziyên sivîl ji sedî 65 jinin

Li Efrînê xebatkarên saziyên sivîl ji sedî 65 jinin

Li Efrînê jin di nava xebatên piraniya sazî û dezgehên civakî, siyasî û leşkerî de zêde bû ye, li gorî lêkolînên hatine kirin diyar bû ku xebatkarên saziyan ji sedî 65 jinin.

Di demên dawî di li Rojavayê Kurdistanê jin bi hejmareke zêde  ketin nava xebatên sazî û dezgehên siyasî, civakî û leşkerî de û roleke balkêş di pêşxistina van saziyan de cihê xwe girtine. Bi dewreyên perwerdeyên di qada civakî tên dayîn rê li ber pêşketina wan ya di nava xebatên zêde kir.  Jinan bi îsrar xwe û xwedî derketina li karê xwe îsbat kir ku di karê di hemû beşên civakê de cihê xwe bigrin. Li gorî lêkolînan diyar bû ku hejmara tevlîbûna jinan a di nava meclîs, komîte û saziyan de bû ye 65 ji sedî.

Li gorî lêkolînan hate destnîşankirin ku li navenda bajarê Efrîn ê rêjeya jinan di nava Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Yektiya Mamosteyan de ji sedî 70’ê ne. Di nava 44 saziyên civakê yên sivîl de ji sedî 55’e. Di nava saziya çand û hunerê de jî 40 li sedî, di nava Tevgera Ciwanên Şoreşger de jî, 70 li sediye û ji xwe bi awayeke asayî jî di nava rêxistina jinan de ji sedî sede.

Ne tenê di nava sazî û dezgehan de rola jinan zêde ye, jinên Efrînê di zeviyan de bi hejmareke zêde xebat dike û li gorî hin lêkolînên ne fermî li Efrîn û gundên wê hejmara jinên ku di zeviyan de jî dixebitin ji 56’e û ev hejmar ber bi zêde bûnê ye. Her wiha jinan kargehên kar vekirine û di wir de jî xebatên xwe yên aborî didomînin. Li aliyê din jî gelek jin di karê destan dikin. Bi karê destan yê li male xwe dikin alîkariya malbatên xwe dikin.

JIN DI NAVA HÊZÊN LEŞKERÎ DE JÎ CIHÊ XWE DIGIRIN

Jin di nava hêzên Asayîşê û YPG’ê de xwe bi rêxistin dikin. Di vê navberê de jina Hêzên Parstina Jin (YPJ) û Asayîşên Jinan avakirine. Di riya Asayişên jin hemû pirsên jinan têne çareserkirin û jin di hemû çeperên şerde her dem di nava tevgerê de ne.