Li Efrîkayê cihên ku koronavîrûs dikare lê belav bibe

Hate diyarkirin ku koronavîrus ji Cezayîr, Misir û Efrîkaya Başûr dikare li Efrîkayê belav bibe.

Enstîtuya Lêkolînên Tendirustî û Medîkal  a Neteweyî ya Fransayê (Înserm) got ku, “Ji ber têkiliya wan a bi rêya hewayê koronavîrus dikare li Misir, Cezayîr û Efrîkaya Başûr belav bibe.” Encamên vê lêkolîna ku gelek zanîngeh û enstîtu tevlê bûne di kovara Lancetê de hate belavkirin.

Li gorî lêkolînan li van sê welatan rîska belavbûna koronavîrusê heye.

HEJMARA MIRIYAN 2 HEZAR DERBAS KIR

Koronavîrusa bi navê Covîd-19 di meha Kanûnê de li bajarê Wûhanê ya Çînê derket holê. Di 19’ê Sibatê de li wîlayeta Hûbeîyê 108 kes mirin. Li Çînê hejmara miriyan bûye 2 hezar û 29 û vîrus li 74 kesan geriyaye. Li derveyî Çînê li 30 welatan jî 900 nexweş hatin tespîtkirin.