Li Efrîkaya Başûr ji ber rewşa nebaş a hewayê 70 kes mirin

Li Efrîkaya Başûr, ji ber barana zêde û hezazê, 70 kes mirin.

Li eyaletên KwaZulu-Natal û Kap a rojhilat, dawiya hefteyê baraneke zêde bariya, lehî rabû û hezazê rû da.

Wekîlê Serokwezîrê eyaleta KwaZulu-Natalê Sihle Zikalala diyar kir ku hejmara mirovên ji ber karesata xwezayî jiyana xwe ji dest dane nêzî 70 kes in.

Wekîlê Serokwezîr got, cara yekê ye li eyaleta wan ewqas mirov bi vî rengî jiyana xwe ji dest didin. Beriya niha hatibû ragihandin ku 51 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Li derdora bajarê Durbanê ku sêyemîn bajarê herî mezin ê Efrîkaya Başûr e, li seranserê Okyanûsa Hîntê gelek gund di nava heriyê de man.

Rayedaran gotin, herî kêm hezar kes ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê bê mal mane.