Li Efrîkaya Başûr 51 kes ji ber karesatê mirin

Li Efrîkaya Başûr ji ber barana zêde erd heziya û herî kêm 51 kes mirin.

Serokkomarê Efrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa piştî ku ji Misrê vegeriya daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji malbatên kesên di karesaetê de jiyana xwe ji dest dane, ji gelê Efrîkaya Başûr re sersaxî xwest.

Ramaphosa diyar kir, karesata rû daye, ji bo alîkariyê yekîtiyê li neteweyê ferz dike.

Wezîrê Karên Xwecihî yê Eyaleta Kwazulu-Natalê ku karesat lê rû da Nomusa Dube-Ncube got, "Mixabin herî kêm 51 kes mirine."

Xebatên rizgarkirinê bi giranî li Durbanê tê meşandin ku navenda rêveberiya Kwazulu-Natal e.

Gelek avahî hilweşiyan, rê di bin avê de man, xetên elektrîkê qut bûn û av di ser kanalîzasyonan re çû.