Li Efganistanê lehî rabû: Herî kêm 20 kes mirin

Li eyaleta Kandaharê ya Efganistanê, ji ber baranê lehî rabû. Hate ragihandin, herî kêm 20 kes mirine.

Buroya Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) diyar kir, ji ber baranê li hin navçeyên eyaleta Kandaharê lehî rabû. Rayedarên xwecihî diyar kirin, barana herî zêde ya 30 salên dawî li herêmê bariya ye.

Li gorî OCHA'yê herî kêm 20 kes ji ber lehiyê mirine û zarok jî di nav de 10 kes winda bûne. Di daxuyaniya nivîskî ya OCHA'yê de hate gotin, "Bajarê Kandaharê jî di nav de li navçeyên wê xisar li nêzî 2 hezar avahiyan bû û binesaziya herêmê zerareke giran dît."

Alîkarê Waliyê Kandaharê Abdul Hananan Muneb got, lehiya li herêmê rabûye ya herî dijwar a heft salên dawî ye.