Li Efganîstanê êrîş çû ser baregeha leşkerî

Li bajarê Helmand ê başûrê Efganîstanê tevgera Talîban, êrîş bire ser baregeheke leşkerî. Hate gotin 9 milîtanên Talîban hatine kuştin.

Li gorî jêderên ewlehiyê Talîban beyaniya Înê xwestin ku têkevin nav baregeha leşkerî. Hate gotin van 48 saetên dawî sê caran êrîşa çêbûye.

Rayedarekî ku ji Reutersê re axivî, got, leşkerên Efgan nehiştine ku baregeh were bidestixistin û got, ''Li gorî agahiyên berdest dema şer 6 leşkerên Efgan hatine kuştin.''

Eynî rayedarî yê ku nexwest nave xwe bide got, di şer de 3 jê xwekuj 9 milîtanên Talîban hatine kuştin. Têkilî şer û encamên wê ji jêderên din di agahî nehate standin.