Li Efganistanê danûstandin û şer bi hev re dimeşin

Li Efganistanê ku Talîbanê bi şert qebûl kiriye ku bi hikumetê re danûstandinan bike, di êrişeke hewayî de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Talîbanê ku bi DYE'yê re li hev kiriye, ragihand ku di bin hin şert û mercan de dikarin dest bi danûstandinên bi hikumeta Efganistanê re bikin. Berdevkê Talîbanê Sûhayl Şaheen diyar kir ku danûstandin tenê piştî bidawîbûna pevguhertina êsîran dikare dest pê bike.

Şaheen ragihand, piştî ku pevguhertina êsîran temam bû hingî di meha Tebaxê de piştî Cejna Qurbanê danûstandin wê dest pê bike û got, ew di heman demê de amade ne hêzên ewlekariyê yên Efgan ên di destê wan de ne berdin.

ÎDÎAYA 'GELEK SIVÎL MIRIN'

Li aliyê din li wîlayeta Heratê jî di êrişa hewayî ya dijî Talîbanê de herî kêm 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên ji aliyên rayedarên xwecihî ve hatin ragihandin, di dema pîrozbahiyekê de ya ji bo berpirsyarê Talîbanê yê ji girtîgehê derket hate lidarxisitn, balafirên Efgan bombardûman kirine.

Ji ber bombardûmanê sivîlên tevlî pîrozbahiyê bûn jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Efganistanê kesên di êrişê de mirine endamên Talîbanê ne. Wezaretê diyar kir, tevî ku têkildarî bûyerê lêpirsînê dest pê kiriye, li gorî agahiyên destpêkê yên mirine sivîl nînin.