Li DYE’yê polîs bêtir reşikan dikuje

Li gorî lêkolîneke li DYE’yê li gorî kesên çermspî, kesên çermreş du kat û nîvan zêdetir rîsk heye ku ji aliyê polîsan werin kuştin.

Li gorî encamên konsorsîyoma rojnamegerên Fatal Encoûnters û daneyên Pergala Îstatîstîk a Neteweyî li DYE’yê bêtir kesên çermreş dibin hedefa polîsan.

Li gorî vêya rêjeya kuştina bi destê polîsan a kesên çermreş ji kesên çermspî du kat û nîvan zêdetir e.

Li gorî lêkolînê ji nav hezar kesên çermreş yek jê ji aliyê polîsan tê kuştin.

Li gorî heman lêkolînê ciwanên reşik ên temenê wan di navbera 20-24’an de ye, rîska wan a kuştina bi destê polîsan zêdetir e.

Di heman demê de kesên ji Latîn Amerîkayê li gorî kesên çermspî rêjeya wan a kuştina bi destê polîsan jî 1,4 katan zêdetir e. Rêjeya çermsoran a di vî warî de jî 1,5 kat zêdetir e.