Li DYE'yê di nav 3 mehan de 7 kes hatin darvekirin

Li DYE'yê bi biryara daraza federal kesek ji ber du sucên sala 1999'an hate darvekirin. Van sê mehên dawî bi biryara daraza federal heft kes hatin darvekirin.

Chrîstopher Andre Vîalva ê 40 salî bi derziya kuştinê hate darvekirin. Li gorî Wezareta Dadê Vîalva Pêrşemê saet 18.46'an mir.

Eynî rojê Dadgeha Bilind îtîraza parêzerên Vîalva red kiribû. Vîalva bi sedema ku wesayit dizîbû û piştre du kes bi fîşekan kuştibûn û wesayit şewitandib3u sala 2000'î cezayê mirinê lê hatibû birîn.

Li DYE'yê bi giştî sûc bi asta dadgehên eyaletê têne darizandin lê sûcên giran diçine daraza federal. Daraza federal kêm caran biryarê li ser cezayê mirinê û înfazê dide.

Bi Vîalva re van sê mehên dawî ev bû kesê heftan ku bi biryara dada federal tê darvekirin. Yek ji van xwecih û pênc jê spî bûn. Halê hazir di serî de bli başûr, li kêm eyaletan cezayên darvekirinê têne bicihanîn.