Li DYE'yê 200 şaredaran ji bo 'qanûna çekê' bang kirin

Piştî êrîşên çekdarî yên dawiya hefteyê yên li DYE'yê, zêdeyî 200 şaredaran bang li Senatoyê kirin ku di mijara bazara çekan de guhertinên nû yên qanûnî bike.

Ji demokrat û komargeran 214 şaredaran nameyek ji senatoran re nivîsîn û ji wan xwestin, ku rûniştineke awarte pêk bînin û ji bo du pêşnûme qanûnên li Meclîsa Nûneran hatin pejirandin dengdanê bikin.

Li gorî her du pêşnûme qanûnan, mirovên bixwazin çekan bikirin wê rabirdûya wan bi berfirehî bê kontrolkirin. Ev kontrolkirin hem ji bo şexsan hem jî ji bo firotina li fûarên çekan derbas dibe.

Şaredarên El Paso û Dayton jî di nav de ku di êrîşên dawiya hefteyê yên li her du bajaran 31 kesî jiyana xwe ji dest dan, şaredaran destnîşan kirin ku ev reform wê bajaran hîn ewletir bike.

Şaredaran ji senatoran xwestin ku betlaneya xwe nîvco bihêlin, alîkariyê bidin kêmkirina tundiya bi çekê û ji bo pejirandina qanûnan dengdanê li reforman bikin.