Li DYA'yê bendewariya bi rageşî: 1500 penaber gihaşte ser sînor

Penaberên Hondurasî ku DYA ev çend meh in bi tevdîrên zêde li benda wan e, hê jî ber sînor ve diherikin.

Li gel penaberên ku 13'ê Cotmehê ji Hondurasê bi rê ketin Pênçşemê jî bi sedan penaber ji Meksîkayê gihaştin bajarê Tîjûana a Meksîkayê. Girseya ku bi tevahî ji 5 hezar kes pêk tê, bi rengê komikekê rêya xwe didomîne.

Piştî 800 penaberê ku bi çend komikan Yekşemê gihaştî Tîjûnayê, duh jî bi 20 otobosan nêzî hezar kes gihaşte bajêr. Tê gotin ên derdora hezar û 500 kesî gihaştiye sînor.

Ji bo ku rê li ber were girtin ku ên ku ji li sînorê eyaleta Kalîforniyayê ya DYA'yê neçin bakur, nêzî 6 hezar leşkerên Amerîkî şandibûn  ser sînor. Di rojevê de ye ku ji bilî polîsên sînor hijmara leşkerên ser sînor bibe 15 hezar.

Li Amerîkaya Navîn ji ber tundiya çeteyan nêzî 2 hezar kes ji paytexta Hondurasê Tegucîgalpayê, 180 kîlometre dûrî paytexta Sna Peydo Sulayê bi rê ketibûn. Koçberên ku bi bandorên li ser gora medyayê bi rê ketin, piştî bi çend saetan bi polîsan re hatin pêşberî hev  û piştre gihaştibûn ser sînorê Guatemalayê. Koçber piştre gihaştibûn Meksîkayê û piştî rêwîtiya ku bi heftiyan dom kirî dawiyê gihaştibûn DYA'yê.