Li DYA'ê polîs jina ducanî qetil kir
Li bajarê Seattle yê DYA'yê jina ducanî ku îhbara diziyê kiribû ji aliyê polîsên ku hatî cihê bûyerê ve hate înfazkirin. Ev bûyer li welat bû sedema nerazîbûnan.
Li bajarê Seattle yê DYA'yê jina ducanî ku îhbara diziyê kiribû ji aliyê polîsên ku hatî cihê bûyerê ve hate înfazkirin. Ev bûyer li welat bû sedema nerazîbûnan.
Piştî bûyerê çend seatan daxuyaniya ku ji aliyê polîsan ve hatî dayîn de hat ragihandin ku 2 polîsan di destê jina 30 salî de kêr dîtiye û gule reşandine.
Di dema ku polîsan înfaz pêk danî, li malê zarok ji hebûn.
Endamên malbata jinê ku ji çapemeniya herêmê re axivin ragihandin ku jina behs tê kirin dayika 3 zarokane û ducanî ye.
Endamên malbatê ragihandin ku pirsgirêkên derûnî ya jina hatî qetilkirin, hebûn.
Di derbarê înfazê de lêpirsin hate destpêkirin. Di pêvajoya her du lêpirsinan de ketin betlaneya bêhdanê.
Xwişka qûrbanî Charleena Lyles, Monîka Wîlîams ku ji televziyan 7 a herêmê re axivî wiha got: "Polîsan dikarî wê zeft bikin. Min bixwe dikarî zeht bikim"
Piştî bûyerê roja Yekşemê bi dehan kesan ji bo bîranîna jina hatî înfazkirin, çalakiya nobedê lidar xistin.
Serokê Şaredariya Seattle Ed Murry bûyer weke 'trajedî' binavkirin û soza lêpirsina giştî da.
Wezareta Edaletê ya DYE'ê ku di sala 2011'an de di nirxandinekê de diyarkirî bu ku polîsên Seattle yê gelek caran serî li şideta bihêziyê bikaranîbûn.
Di salên dawî de polîsên Emerikayê bi înfazan hatibûn rojevê.