Li DYA balafireke din a leşkerî kete xwarê
Li DYA balafireke din a leşkerî kete xwarê. Tê gotin ku herî kêm 5 kes ji ber qezayê mirine.
Li DYA balafireke din a leşkerî kete xwarê. Tê gotin ku herî kêm 5 kes ji ber qezayê mirine.
Qeza li nêzî balafirgeha Savannah a li eyaleta Georgiayê rû da. Di qezayê de 5 personelên li balafirgeha kargo ya leşkerî ya bi tîpa C-130 Hercules jiyana xwe ji dest dan.
Hate ragihandin ku ev balafira Mûxafizên Neteweyî yên Porto Rîco di dema perwerdeyê de ketiye xwarê.
Balkêş e mehên dawî gelek balafirên Hêzên Hewayî yên DYA dikevin xwarê. Destpêka meha Nîsanê di nava du rojan de 3 balafrên leşkerî ketin xwarê û 4 kes miribûn.
Tê gotin, ji ber ku budçeya hêzên hewayî hatiye kêmkirin, seferên balafiran ên ji bo perwerdeyê kêm bûne, lewma qezayên balafiran salên dawî zêde bûne.