Li Dresdenê zincîra ji 12 hezar kesî ya li dijî komkujî û nîjadperestiyê

Li gelek bajarên li rojhilatê Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin û bi mîlyonan mirovên di Şerê Duyemîn ên Cîhanê de ji aliyê Naziyan ve hatin kuştin û bi hezaran sivîlên ji aliyê hêzên hevalbend ve hatin bombekirin, hatin bîranîn.

Bi hezaran sivîlên di 13-15'ê Sibata 1945'an de li bajarê Dresdenê ji ber bomberdûmana balafirên hêzên hevalbend jiyana xwe ji dest dan, di salvegera 72. de hatin bîranîn. Her wiha bi mîlyonan kesên ji aliyê Elmanya Nazî ve hatin kuştin, hatin bîranîn.

Li bajarê Dresdenê bi wesîleya vê bîranînê, zêdeyî 12 hezar kes li her du aliyên çemê Elbeyê bi destê hev girtin û zindîrek ji mirovan a bi kîlometreyan dirêj çêkirin. Tevî Şaredarê Dresdenê Dîrk Hîlbert ê ji partiya lîberal (FDP), Serokwezîrê Eyaleta Sachsenê Stanîslaw Tîllîch jî tevlî vê çalakiya zincîra ji mirovan bûn.

Stanîslaw Tîllîch ê ji Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) diyar kir, 'bersiva herî baş' a li rastgirên ku vê bomberdûmana Dresdenê ya sala 1945'an bi kar tînin, ev zincîra ji mirovan e.

Şaredar Dîrk Hîlbert jî xwest, destûr ji tevgera Pegîda ya nîjadperest re neyê dayîn ku bîranînên li Dresdenê bi kar bînin.

Di çarçoveya bîranînê de, ji bo mirovên li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane û penaberên li Derya Spî xeniqîne, 2 projeyên hunerê ketin meriyetê.

Di 13-15'ê Sibata 1945'an de, ji ber bomberdûmana balafirên hêzên hevalbend, tê texmînkirin ku herî kêm 7 hezar Elmanan jiyana xwe ji dest dan. Lê li gorî hin dîroknasan 25 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.