Li Diyaleyê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin, leşkerekî jiyana xwe ji dest da

Li Diyaleyê di operasyoneke artêşa Iraqê de 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin. Di êrîşa çeteyan de jî leşkerekî jiyana xwe ji dest da, 3 jî birîndar bûn.

Li gundê Tepe yê li başûrê navçeya Qeretepe ya bajarokê Xaneqînê yê ser bi parêzgeha Diyaleyê, doh bi şev şer di navbera leşkerên artêşa Iraqê û çeteyên DAÎŞ'ê de derket.

Rêveberê Asayîşa bajarokê Koksê Şemal Ebdulrehman ji Rojnewsê re ragihand ku komek ji çeteyên DAÎŞ'ê xwestine li ser gundê Tepe re derbasî qada Ava Hemrîn bibin. Balafirên şer ên Artêşa Iraqê bombe li çeteyên DAÎŞ'ê barandin û di encamê de du çete hatin kuştin.

Hate ragihandin ku piştî bombardûmanê hêzek ji Lîwaya 53 a artêşa Iraqê gihişt cihê bombardûmanê û mayîneke çeteyan bi wan ve teqiya. rayedar got, "Bi teqîna mayînê re çeteyên DAÎŞ'ê bi çekên cuda êrişî hêzên artêşa Iraqê kirin û şer qewimî."

Her wiha çavkaniyek ji asayîşê jî eşkere kir, ku di şer de leşkerekî jiyana xwe ji dest daye, 2 fermandarek û 2 leşker jî birîndar bûne.

Heman demê Rêveberiya navçeya Qeretepeyê piştrast kir ku çeteyên DAÎŞ'ê li herêmê tevgera xwe zêde kirine û artêşa Iraqê jî li hemberî vê yekê hem hewayî hem jî bejahî çavdêriyê dike.