Li dijî tecrîd û dagirkeriyê li St. Gallenê çalakî
Di çarçoveya pêngava, “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye”de ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, li bajarê St. Gallena Swîsreyê meşiyan.
Di çarçoveya pêngava, “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye”de ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, li bajarê St. Gallena Swîsreyê meşiyan.
Çalakiya ku Navenda Civaka Kurd li St. Gallen organîze kirî, li ber stasyona trenê dest pê kir.
Kurdistanî û dostên wan li ber stasyonê bi pankarta bi nivîsa, “Em hemû bi hev re li dijî tecrîd, faşîzm, dagirkerî, kapîtalîzm û cudakariya li ser jinan serî hildidin” dest bi meşê kirin.
Di tevahiya meşa ku giranî Swîsreyiyan jî tevlîbûn û piştgiriya xwe jê re çêkirî de, dirûşmeyên destpêkê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siyasî re û li dijî êrîşên qetlîam û dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li Kurdistanê berz kirin û belavok belav kirin.
Piştî meşê jî li Grunîngerplatzê mitîngek lidarxistin. Li vir piştî axaftinên li ser navê saziyan hatîn kirin, çalakî bi dawî bû.