Li dijî qedexeya li ser PKK'ê bang hate kirin: Deng bidin Die Linke

Siyasetmedarên Elman Alexander Glasner-Hummel û Dr. Kerem Schamberger ji bo hilbijartinên 23’yê Sibatê ku wê li dijî krîmînalîzekirina tevgera azadiya Kurd û ji bo parastina mafên civaka Kurd were kirin, bang li her kesê kirin ku deng bidin ‘Die Linke’.

DENG BIDIN DIE LINKE

Ev 30 sal in li Elmanyayê tevgera azadiyê ya Kurd tê krîmînalîzekirin. Her hikûmet, çi ji aliyê CDU çi jî ji aliyê SPD’ê ve, ev polîtîka meşand. Bi taybetî qedexeya li ser PKK’ê, li dijî Kurdên li Elmanyayê bingehê binpêkirinên mafên mirovan çêdike.

Glasner-Hummel û Schamber di banga xwe de bi bîr xistin ku di salên 2013-2015’an de li Tirkiyeyê di dema pêvajoya aştiyê de rakirina qedexeya li ser PKK’ê dihat nîqaşkirin û destnîşan kirin ku dibe derfetê diyalogeke heman car din çêbibe. Siyasetmedaran diyar kirin ku ji bo rakirina qedexeyê car din bikeve rojeva siyasî, divê DIE LINKE bi rengekî xurt di meclîsê de cih bigire.

PARTIYA DOSTÊ KURD: DIE LINKE

DIE LINKE di sala 2014’an de ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê pêşnûme pêşkêşî meclîsê kir ku yekane partî ye ev tişt kirî. DIE LINKE li Elmanyayê xwe weke mutefîkê herî xurt ê tevgera azadiyê ya Kurd nîşan dide. Tê diyarkirin ku di vê hilbijartinê de divê xwedî hêz û hejmareke xurt be.

RAWESTANDINA FIROTINA ÇEKAN

Hat diyarkirin ku Baerbock li Enqereyê xwestibû ku YPG û YPJ bêçek were hiştin û lîderê Keskan Habeck daxuyanî dabû ku çek ji Tirkiyeyê re nehatine firotin, li dijî van daxuyaniyên nerast DIE LINKE yekane partî ye ku dixwaze demildest firotina çekan a ji Tirkiyeyê re were rawestandin. Her wiha hat ragihandin ku têkoşîna esas a DIE LINKE bi azadiya Kurdistanê re girêdayî ye.

NAMZETÊN KURD

Di lîsteya DIE LINKE de namzetên Kurd Cansu Ozdemîr, Gokay Akbulut û Ferat Koçak hene. Lîderê partiyê Jan van Aken jî bi eşkere piştgiriya xwe ya ji bo tevgera azadiyê ya Kurd anî ziman û ragihand ku piştî hilbijartinê yek ji serdanên wî yên destpêkê wê li Kurdistanê be.

BANGA DI 23’YÊ SIBATÊ DE DENG BIDIN DIE LINKE

Di bangê de hate diyarkirin ku li Elmanyayê têkoşîna esas ew e ku civaka Kurd ji zext û zilma dewletê were rizgarkirin û hate destnîşankirin ku ji bo Kurd û piştevanên wan dengekî xurt ava bikin, divê deng bê dayîna DIE LINKE.