Li dijî Erebîstana Siûdî bi fuzeya balîstîk êrîş hate kirin

Milîsên Hûsî yên Yemenî fuzeyeke balîstîk avêtin Erebîstana Siûdî. Herî kêm 26 kes birîndar bûn.

Koordînasyona Ereb a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ragihand ku li ser bajarê Najranê fuzeyek li hewa hatiye teqandin. Hate gotin, ji ber parçeyên fuzeyê yên ketin xwarê 26 kes birîndar bûn.

Ji televîzyona El Masîra ya milîsên Hûsî hate ragihandin ku hedefa fuzeyê kampeke leşkerî ya li bajarê Najranê bû.

Êrîşên bi fuzeyan ên milîsên Hûsî yên li dijî Qraliyeta Siûdî van mehên dawî zêde bûn. Koalîsyonê diyar kir ku piraniya van êrîşan hatine şikandin û ragihand, ji sala 2015'an û vir ve 185 fuze hatine avêtin.

DANÛSTANDINÊN AŞTIYÊ

Êrîşa dawî ya bi fuzeya balîstîk di dema danûstandinên aştiyê de pêk hat ku ev danûstandin ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê organîzekirin. Çav li rê ye ku danûstandin vê hefteyê dest pê bike, lê belê rewş ne diyar e.

Serhildêrên Hûsî diyar kirin ku heyeta wan ji bo danûstandinan amade kirine nikare ji Sanayê derkeve. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji Yemenê berpirsyar civînên roja Pêncşemê yên li Cenevreyê betal kir û ji bo roja Înê taloq kir.

KRÎZA HERÎ GIRAN A MIROVAHIYÊ

Li Yemenê ji Tebaxa 2014'an û vir ve şer diqewime. Paytext Sana û herêmek berfireh a Yemenê di destê Hûsiyan de ye. Ji Adara 2015'an û vir ve bi destwerdana Koalîsyona Ereb re şer girantir bû. Li aliyekî vî şerî Hûsî û piştevanê wan Îran heye, li aliyê din jî hêzên Serokomarê Yemenê Abd Rabbû Mansûr Hadî ku civaka navneteweyî wî nas dike û Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî heye. Ji ber vî şerî li Yemenê krîza herî giran a mirovahiyê rû da. Tevî birçîbûnê, ji ber nexweşiyên mîna kolerayê bi hezaran kes mirin. Tevî vê yekê bi êrîşên hewayî û bikaranîna çekên qedexekirin, sûcên giran ên şer tên kirin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî nêzî 10 hezar kes mirin, 53 hezar kes birîndar bûn.