Li Derya Sor teqîna li keştiya Îranê karê kê ye?

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Saîd Hatîbzadeh got ji ber teqîna li keştiya bazirganî ya Îranê 'xisareke sivik' li keştiyê bûye.

Berdevkê Wezareta Karê Derve agahî da ku 6'ê Nîsanê saet ber bi 06:00'an ve li peravên Cîbûtî teqîn çêbûye.

Berdevk diyar kir 'ziyaneke kêm' hatiye ser keştiyê û agahî da, têkilî teqînê lêpirsînê dest pê kiriye.

Beriya vê daxuyaniyê ajan nûçeyan a Îranê Tasnîmê got Savîs a ku hêzên çekdar ên Îranê bi kar tînin, 'bi mayinên manyetîk' ziyan lê bûye.

New York Tîmesê jî nivîsîbû ku li pey teqînan Israîlî hene.

Keştiya kargoyê ya şîrketa IRISL ku bi 'Îran Şahrê Kord' tê binavkirin, di navbeyna Îran û Ewropayê de sefer dikir.

Li gorî Wall Street Journalê Israîlê 12 keştî kirine hedef, ku diçûne Sûriyê û petrola Îranê hildigirtin.

Israîl ji dawiya sala 2019'an û wir ve ji bo ku keştiyên Îranê li Deryayasor û herêmên din bike hedef di serî de mayinên deryayê hin çekên din bi kar tîne.