Li Dêra Notre Dame ya Nîceyê êrîşeke bi kêran: 3 kes mirin

Li Dêra Notre Dame ya bajarê Nîce ya Fransayê êrîşeke bi kêran hate kirin. Di êrîşê de 3 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Vê sibehê saet di 09.00’an de li Dêra Notre Dame ya Nîceyê êrîşeke bi kêran hate kirin. Di êrîşê de 2 jê jin sê kes mirin û gelek kes birîndar bûn.

Dora bazîlîkayê hate girtin. Komên paqijikirina bombeyan û hêzên taybet jî ber bi herêmê ve hatine şandin. Êrîşkar ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.

Şaredarê Nîceyê li ser medyaya dîjîtal diyar kir ku dema êrîşkar hatiye destgîrkirin gelek caran qîriyaye gotiye ‘Allah û Ekber’.

Dozgeriyê diyar kir ku derbarê êrîşê lêpirsîneke têkilidarî ‘rêxistinên terorîst’ daye destpêkirin.