Li Darfûrê 60 kes hatin kuştin
Bûroya Koordînasyonê ya Karê Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand li eyaleta Darfûra Rojava li gundekî kesên çekdar 60 kes kuştine, 60 kes jî birîndar kirine.
Bûroya Koordînasyonê ya Karê Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand li eyaleta Darfûra Rojava li gundekî kesên çekdar 60 kes kuştine, 60 kes jî birîndar kirine.
OCHA li Hartûmê daxuyaniyeke niviskî da û got ,''Heftiya bihurî hin rûdan çêbûn, gund û mala şewitîn, ziyan hate ser cihê bazarê û dikanan.''
Li gorî OCHA'yê Şemiyê derdora 500 kesê çekdar êrîş bire ser gundê Masterî, ku 48 km dûrî navenda rêveberiya eyaleta Darfûra Rojava El Cuneyna ye. Hate gotin di êrîşan de ji civaka Masalît 60 kes hatin kuştin, 60 kes jî birîndar bûn.
Hate diyarkirin gelek cihê bazaran û xanî yên li bakur, başûr û rojhilatê gund hatine şewitandin û talankirin.
.