Li Dagistanê agir bi stasyona benzînê ket: Herî kêm 33 kes mirin

Li Komara Dagistanê ya ku girêdayî Federasyona Rûsyayê ye, di şewata mezin a li stasyona benzînê de herî kêm 33 kes mirin.

Li taxeke Makhaçkalaya paytextê Komara Dagistanê li stasyoneke benzînê teqîneke dijwar pêk hat û şewateke mezin derket.

Li gorî bîlançoya ku Wezareta Rewşa Awarte ya Rûsyayê daye, herî kêm 33 kes mirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku sedema şewata ku roja Duşemê li gorî saeta herêmî saet 22:00’an de derket, hîna nayê zanîn.

Rêveberê Dagistanê Sergey Melîkov ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest.

Şaxa herêmî ya Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê ji bo tespîtkirina sedema şewatê lêpirsîn da destpêkirin.

Li gorî lêkolîneran, şewat di dema karê temîrkirina wesayîtan de derketiye û piştre teqîn pêk hatiye. Her wiha ji ber vê bûyerê xisar li avahî û wesayîtên derdorê jî ket.