Li cîhanê mesrefa li berevaniyê zêdetir dibe

Li gorî rapora Enstîtûya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (Sîprî) 2017’an li welatên cîhanê li gorî 2016’an rêjeya mesrefan li bervaniyê 1,1 ji 100’î zêdetir bûye.

2017’an 1 trîlyon û 739 milyar dolar mesref li berevaniyê hatiye kirin.

Li gorî raporê 900 milyar dolar ji mesrefa berevaniyê ya li tevahiya cîhanê 29 welatên endamên NATO’yê kirine.

DI 6 RÊZÊN PÊŞÎ DE HEMAN WELAT HENE

Di nav welatan de yên ku pir mesref li berevaniyê kirin DYA, Çîn, Siûd, Rûsya, Hindîstan û Fransa hene. Mesrefên li berevaniyê yên DYA, Çîn û Hîndîstanê zêde bûne, yên Rûsya û Fransa kêm bûne.

Ji mesrefên berevahiyê ji 3 paran 1 jê ji hêla DYA’yê ve hatiye kirin, DYA bi 610 milyar dolar mesrafa kirî di rêza pêşî de ye.

LI KOMARA GEL A ÇÎNÊ JÎ ZÊDE DIBE

Li Komara Gel a Çînê mesrefa li berevaniyê bûye 228 milyar dolar, 13 ji 100’î ya mesrefa hemû cîhanê bi serê xwe Çînê kiriye. Siûdî ku di pêşbaziya çekdarbûnê de yek ji welatê li pêş e, par 69,4 milyar dolar ji bo berevaniyê veqetandiye.

MESREFÊN BEREVANIYÊ LI RÛSYA KÊM BÛYE

Li gorî rapora Sîprî mesrefa li berevaniyê ya Rûsyayê, bi taybetî ji ber sedema pêkirinên welatên Rovayî 20 ji 100’î kêm bûye. 2017’an Rûsya bihayê 66,3 milyar dolaran mesref kiriye. Mesrefa li berevaniyê ya Rûsya 1998’an kêm bûbû û di navbeyna 1999-2016’an de tim zêde bûbû.

HINDÎSTANÊ DA PÊŞIYA FRANSAYÊ

Hindîstan ku 2016’an di nav welatên cîhanê de di bûdçeya berevaniyê de di rêza şeşan de bû, par bi zêdebûneke 5,5’an, bi bûdçeya 59 milyar dolarî kete rêza pêncan. Hindîstanê ragihandibû ji bo modernizasyona artêşê plansaziya mesrefa bi qasî 100 milyar dolarî kiriye.

Li Fransayê jî her çendî bi qasî 2,3 ya dahata netewî be jî, mesrefên li berevaniyê li gorî par 1,9 kêm bûye. Li vî welatî mesrefa li berevaniyê 57,8 milyar dolar kêmtir bûye.

JI NÎVÎ ZÊDETIR ÊN WELATÊN ENDAMÊ NATOYÊ NE

Di raporê de hate diyarkirin mesrefa li berevaniyê ji ber sedema Rûsyayê bi piranî li welatên Ewropaya Rojhilat ên endamên NATO’yê hatiye kirin. Li Ewropaya Rojhilat li gorî par 12 ji 100’î zêdetir bûye. Li Ewropaya Rojhilat mesrefa li berevaniyê 1,7 zêdetir bûye.

ŞER RÊ LI BER ÇARESERIYA BI AŞTÎ DIGIRE

Li gorî rapora Sîpriyê li 29 welatên endamên NATO’yê bi qasî 900 milyar dolarî mesref li berevaniyê hatiye kirin û ev jî dibe 52 ji 100’î mesrefa li berevaniyê ya cîhanê.

Sekreterê Giştî yê Sîpriyê Jan Elîasson got ev zêdebûna li berevaniyê ya li hemû cîhanê ‘kana fikaran’ e. Elîasson got ev rewş rê li ber wê digire ku şer bi rêyên aştî çareser bibin.

https://www.sipri.org/media/press-release/2018/global-military-spending-remains-high-17-trillion