Li Chemnîtzê bi hezaran kes li dijî nîjadperestiyê meşiyan

Li bajarê Chemnîtzê yê Elmanyayê bi hezaran kes li dijî nîjadperestî û dijminatiya li biyaniyan meşiyan.

Piştî ku kesê bi navê Danîel H. roja 26'ê Tebaxê li Chemnîtzê ji aliyê penaberekî Iraqî ve hate kuştin, xwepêşandanên nîjadperestî li bajêr dest pê kiribûn. Xwepêşandanan roja Şemiyê jî dewam kirin.

Bi banga partiya nîjadperest a bi navê Alternatîfe ji bo Elmanyayê (AfD) û rêxistinên Neonazî, meşeke bi bêdengî hate lidarxistin. Li gorî hin çavkaniyan 4 hezar û 500 kes tevlî vê meşê bûn.

Hêzên antî faşîst jî xwestin li dijî xwepêşandana nîjadperestan bimeşe. Ji ber ku nîjadperestan hewl dan êrîşê bibin ser antî faşîstan, alozî derket. Polîsan bi ava şid dest li xwepêşandanê werdan û xwepêşandana AfD'ê sekinand. Ji ber çalakiyan ji gelek bajaran polîs li Chemnîtzê hatin wezîfedarkirin.

BI HEZARAN KES TEVLÎ XWEPÊŞANDANA ANTÎ FAŞÎST BÛN

Hêzên antî faşîst li pêşberî xwepêşandana nîjadperestan bêdeng neman û heman wextê mîtîngek lidar xistin. Mîtîng bi banga gelek sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên antî faşîst li ber Dêra Johannîsê pêk hat û zêdeyî 5 hezar kes tevlî bûn. Parlamenterên ji gelek partiyan jî tevlî çalakiyê bûn û destek dan. Şaredar Barbara Lûdwîg li qada çalakiyê axivî û got, "Saksonya û Chemnîtz îro bi awayekî vekirî bersivê didin nîjadperestî û dijminatiya li biyaniyan. Destewerdana li sûcdaran ancax di çarçoveya pîvanên dewleta hiqûqêt de dikare bê kirn."